HDP'yîyan li dijî dorpêçê meş li dar xistin

  • 14:37 29 Nîsan 2021
  • Rojane
 
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê ya her hefte li dijî dorpêça polîsan dimeşin careke din dorpêça polîsan derbas kirin. Welatiyan jî bi çepik û pîspîskê piştgirî da HDP'yiyan.
 
Li dijî dorpêçkirina avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) a Wanê HDP'yî yên her hefte dimeşin vê hefteyê jî meşiyan ev rewş şermezar kirin. HDP'yî vê hefteyê jî ji Kuçeya Hunerê ber bi Kolana Cumhuriyetê ya Rêya Armûşê ve meşiyan. Parlamentera HDP'ê Nûran Îmir, Murat Sarisaç, Habip Eksik û gelek kes beşdarî meşê bûn. 
 
Polîsan êriş kirin
 
Polîsên kuçeya hunerê bi wesayetên zirxî dorpêç kiribûn êrişî girseya xwest bimeşin, kirin. Di vê navberê de polîsan li Nûran Îmir dan. 
 
Welatiyan piştigirî dan
 
Welatiyên piştgirî dan meşê êrişa polîsan bi çepik û pîspîskê şermezar kirin. Tevî hemû astengiyan HDP'yî ber bi Parqa Feqiyê Teyran a  Kolana Cumhuriyetê ve meşiyan. HDP'yîyên li vir meşa xwe bi dawî kirin di heman demê de banga beşdariya daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo 1'ê Gulanê kir.