Feleknas Ûca pirsgirêkên cotkaran bir rojeva meclisê
- 13:18 29 Nîsan 2021
- Rojane
AMED - Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca, pirsgirêka cotkarên Êlihê ya ji ber hişkayiyê bir rojeva meclisê.
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, cotkarên ku ji ber hişkayiyê çandiniyên wan hişk bûne û mexdûr bûne bi rrojeva meclisê. Feleknas, derbarê mijarê de pêşnûmepirsekê amade kir û bi daxwaza ku Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî bibersivîne da Serokatiya Meclisê.
Feleknas, di pêşnûme pirsa xwe de qala rewşa hişkayiyê ya li çoltera Êlihê kir û derbarê mijarê de bi daxwaza ku bibersivîne ev pirs ji Wezîrê Pakdemîrlî kir:
"* Ji bo ku medûriyeta wan bê derbaskirin wê bi rêya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) av ji cotkaran re bê berdan
* Ji bo cotkarên ku zeviyên wan hişk bûne û xesar dîtine wê alîkarî bê kirin?
* Ji bo cotkarên ku deynê wan hene xebateke we heye?
* Hejmara cotkarên ku deynê wan ji kooperatif û bankayan re heye çiqas e? Çend cotkar di îcrayê de ne? Hejmara cotkarên ku ji ber deynan traktör, rez û erde xwe firotine çend in?”