Emîne Şenyaşar ew ê biçe serdana kurê xwe

  • 12:00 29 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar ji ber çû serdana kurê xwe Fadil Şenyaşar ê di girtîgehê de ye kurê wê Ferît di roja 52'yemîn de tena serê xwe nobeta edaletê ya li ber edliyeya Rihayê didomîne. 
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, daye destpêkirin di roja 52'yan de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber ew ê biçe serdana kurê xwe Fadil Şenyaşar ê di girtîgehê de ye loma ew ê îro beşdarî çalakiya nobetê nebe. 
 
Dê piştî 3 mehan şûnde Emîne Şenyaşar di hevdîtina girtî de kurê xwe Fadil Şenyaşar ê di Girtîgeha Xarpêtê de tê girtin bibîne. Malbatê têkildarî serdanê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî bi vîdeoyê ev parvekirin kir:"We du ewladê wê û hevjînê wê di nexweşxaneyê de qetil kir. Ev têr nekir niha jî hûn komkujiya duyem bi zextên siyasî yên li ser darazê bi sûcên xeyalî bi cezayê 37 sal û 9 meh hat birîn pêk tînin. 3 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin û dayika wî îro diçe serdana wî. Nobeta me ya edaletê di roja 52'yemîn de didome."
 
'Zilim li me kirin'
 
Emîne Şenyaşar jî di vîdeoyê de wiha got:"Ez ê biçin gel kurê xwe Fadil. Ev sê sal in di odeyeke girtîgehê de tena serê xwe tê girtin. Ji mala min 3 kes qetil kirin. 3 kurê min jî birîndar bûn ji mirinê filîtin. Zilim li me kirin. Yarebî me ev zilim qebûl kir tun qebûl nekî."
 
Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibehê de hat ber avahiya edliyeyê û dest bi çalakiya nobeta ket roja 52'yan kir.