Li Rihayê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
- 09:58 29 Nîsan 2021
- Rojane
RIHA - 2 zarokên li Haliliyê ketin qenala DSÎ'yê jiyana xwe ji dest dan.
2 birayên li Kuçeya Tepedibi ya girêdayî Navçeya Haliliyê ya Rihayê ketin qenala Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) jiyana xwe ji dest dan. Mehmet Emin Aslan û birayê wî Ahmet Aslan ên ketin qenala ser wê vekirî ber herikîna avê ketin û demekê şûnde winda bûn. Li ser ragihandina bûyerê noqav ketin avê û herdu zarok derxistin.
Piştî otopsiyê ew ê cenaze bên teslîmkirin.
Her wiha dozger têkildarî mirina herdu zarokan lêpirsîn da destpêkirin.