Dayika girtiyê nexweş: Bibin dengê zarokên me

  • 09:04 29 Nîsan 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Dayika girtiyê nexweş Mehmet Zerdeşt Oduncu yê tevî rapora 'di girtîgehê de nikare raweste' 7 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin, Selma Oduncu da zanîn Zerdeşt li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan têdikoşe û got:"Bibin dengê zarokên me."
 
Girtiyên sîyasî yên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan di roja xwe ya 143’yemîn de dewam dike.
 
Mehmet Zerdeşt Oduncu yê di 17 saliya xwe de tê girtin li dijî tecrîdê agir berdide canê xwe. Piştî tedawî diqede heta roja îro têkoşîna xwe ya li hemberî tecrîdê dide dewamkirin. Girtiyê neweş Zerdeşt ê ku tevî rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' jî 7 sal in di hucreya yek kesî de tê tecrîdkirin. Ji hemû mafên xwe yên rojane û jiyane jî tê mehrûmkirin. Lewra bi çalakiya greva birçîbûnê jî tecrîdê şermezar dike.
 
Cezayê muebbetê lê dibirin
 
Mehmet Zerdeşt Oduncu di sala 2013’an de, dema ku hîna 17 salî ye li kar tê girtin û bi îşkenceyên giran re rû bi rû dimîne. Dayika wî Selma Oduncu ya qala girtina wî dike dibêje ez çûm Girtîgeha Mêrdînê ya ku lê dihat girtin û ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin rewşa wî giran bû, ango nedikarî biaxive ne jî dikarî li ser lingan raweste. Piştî wê di sala 2014’an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê agir berdide canê xwe. Wî radikin nexweşxaneyê û piştî pêvajoya tedawiyê dema ew dibe 20 salî cezayê muebbetê lê dibirin.
 
'Hîna birîn sax nebûbû ceza danê'
 
Selmayê wiha qala çalakiya Zerdeşt kir:"Ew bê sûc û sebeb li ser kar girtin. Îşkence lê kirin û wî ji mirinê xirabtir kirin. Zerdeş hîna zarok bû bi îşkenceyên wan bû kalekî mezin. Li dijî tecrîdê û li dijî bêmafiyan bedena xwe da ber agir. Bi xwe re rihê min jî bir. Ez di nexweşxaneyê de bi rojan li ser serê wî hêdî hêdî dimirim. Yên ku vê êşê bi me didin kişandin hîna şerm nekirin û cezayê muhebetê lê birîn. Hîna birînên wî sax nebûne. Niha jî laşê wî reng reng e. Laşê wî av kom dike û mezin dibe. Nexweşiya kezebê pê re derketiye. Xwîn vedirşe. Lê nayê tedawîkirin. Derman jî nakin."
 
'Girtî tên tecrîdkirin'
 
Selmayê bal kişand ser rewşa Zerdeş a tendirustiyê û wiha got: "Bijîşkan jê re got kezeba te betal bûye. Êdî ev nexweşiya wî heta ew bijî dê dewam bike. Divê ji ber nexweşiyan xwarinên bê xwê bixwe  û divê bi baldarî tedawî bibe. Li gorî ku  Zerdeşt ji me re dibêje ji bo bibe îşkence xwarinên qirêj ji wan re dibin. Ew nikarin bixwin. Ji hemû mafên xwe tê mehrûmkirin. Ew tên tecrîdkirin."
 
'Ji ber ceza her tişt bi sînor kirine'
 
Selmayê bal kişand ser zehmetiyên dibîne û wiha pê de çû: "Zerdeşt sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kirine. Heta ku ez diçim ez zehmetiyan dijîm. Jixwe ji ber ku cezayê wî giran e du caran tê tecrîdkirin. Her tişt ji ber wî cezayî tê sînordarkirin. Axaftina telefonê ya ku her hefte tê kirin mehê du caran em pê re dikin. Di hevdîtinan de tenê ez û zarok em dikarin herin. Neviya min me çend caran bir ber derî ji bo wî bibîne lê destûr nedan. Ev 7 sal in di hucreya yek kesî de ye ne bes e her tiştên wî asteng dikin."
 
'Bibin dengê zarokên me'
 
Selmayê herî dawî wiha bang kir: "Girtî di tecrîdê de ne. Ez bang li siyasetmedar, rayedar û gelê kurd dikim ku hestiyar nêzî pêvajoyê bibin. Bibin dengê zarokên me. Bila dawî li tecrîda girankirî were. Bi sedan girtiyên nexweş ên weke Zerdeşt tên girtin. Nikarin pêdiviyên xwe yên rojane jî bînin cih. Ev kesên wisa dê çi zirarê bidin dewletê? Yan zarokên me bidin em ê tedawiya wan bikin, yan jî li wan xwedî derbikevin. Êdî bes e."