Feleknas Ûca: Berxwedana dayikên Şengalê silav dikim

  • 09:02 29 Nîsan 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca destnîşan kir piştî 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê gelek tişt guherîn û wiha got: "Ez berxwedana dayikan ji vir silav dikim. Ev berxwedana hûn dimeşînin berxwedana mirovahî û azadiyê ye. Ev berxwedan tola fermana 74'emîn e. Ev berxwedana hûn dimeşînin pêşîgirtina fermana 75'emîn e. Ev kesên dixwaze bi qedera civaka êzidî bileyize bila baş bizanibe civaka êzidî li hemberî van êrîş û qirkirinan bêdeng namîne."
 
Artêşa Iraqê di 20’ê Nîsanê de bi şev hewl da bikeve gundê Gir Zerik ê dikeve başûre rojavayê Şengalê. Li ser vê hewldanê, gundî derketin ser rê û pêşî li artêşa Iraqê girtin. Welatiyan ji rayedarên artêşê re diyar kirin ku li herêmê ji xwe hêzên parastinê hene, lewma pêdivî bi hêzek zêdetir nîne. Li hember vê hewldanê girseya piranî jin û ciwan in li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
 
Li ser van geşedanan Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca, pêşketinên li Şengalê rû didin û hewldanên artêşa Iraqê yên li hemberî Şengalê bir rojeva meclîsê. Feleknasê derbarê mijarê de pêşniyazpirs da Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar. Têkildarî mijarê Feleknas Ûca nirxandinên xwe ji ajansa me re parve kir.
 
'Ev ne êrîşa yekemîn e’
 
Feleknasê diyar kir ku her tim hewildanek li ser Şengalê heye ku dixwazin civaka êzidî ji Şengalê vala bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev ne êrîşa yekemîn e. Tiştên ku çeteyên DAÎŞ'ê nikaribû pêk bîne îro dîsa dixwazin bînin rojevê. Xwestin di nav civaka êzidîyan de tirsandinekê ava bikin. Lê belê Şengal vala nebû û dê vala nebe. Civaka êzidî bi taybet piştî ji fermanê rizgar bû di nava civaka xwe de rêxistinbûn esas girt. Ji bo parastina axa xwe Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kir. Yên ku ji destên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bûn ji bo parastina axa xwe berê xwe dan hêzên parastinê. Jin, ciwan û her beşên civakê bi her awayî xwe bi rêxistin kirin. Bi vî awayî xwestin hem xwe biparêzin hem jî tola xwe hildin.  Meclîsa xwe ava kirin û jiyanek nû afirandin."
 
'Lozana duyemîn dixwazin li ser Şengalê pêk bînin'
 
Feleknasê bal kişand li ser peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya di 9’ê Cotmehê de hatibû îmzekirin û got: "Em dizanin ku Şengal cihekî stratejîk e. Ji ber berjewendiyên xwe her kes berê xwe dide Şengalê. Tê xwestin jiyana netewa demokratîk ku li Şengalê tê jiyîn ji holê rakin. Şengal  yek ji parçeyekî hikûmeta herêmî ya Bexdayê ye. Parçeyek jî ji xaka Başûrê Kurdîstanê ye. Lê di vir de pirsgirêkek heye ku çima ev biryar li dijî vîna êzidiyan tê birêvebirin. Bi vê peymanê dixwazin; çawa bi peymana lozanê Kurdistan hate parçe kirin li ser Şengalê jî bidin dubarekirin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku em nerazîbûnên xwe jî bînin ziman. Hikûmeta Bexdayê bi rêveberiya xweser a Şengalê ve di nav hevkariyekê de bû. Lê îro bi helwestên xwe dixwaze otorîteya xwe ya li ser Şengale bi cîh bike. Gundê Gir Zerîkê jî yek ji cihekî stratejîk a navendê ye. Ji ber ku di navbera sînorên gundên ereb û êzidiyan de dikeve dawiyê. Bi taybet cihên ku êrîş bikin ji xwe re dijmêrin. Cihên ku rêxistinek xurt hebe berê xwe nadin wir. Ji ber ku wê demê rastî berxwedana gel tên. Ango xwestin ji gundên ereban ve dest pê bikin Lê me dît ku bi berxwedana gel rûbirû man."
 
'Armanc hedefgirtina civaka êzidî ye'
 
Feleknasê anî ziman ku Hikûmeta Bexdayê dixwaze xetekê ji navbera Şengalê ve heta Bexdayê bide avakirin û got: "Li Iraqê hêj gelek deverên ku ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar nebûne hene. Hikûmeta Bexdayê şûna ku biçe li ser van bisekine berê xwe dide ser rêveberiyek xweser. Li ser cihekî ku gelê wê xwe bi rêxistin kiriye disekine. Em dizanin ku armanc hedefgirtina civaka êzidî ye. Her wiha ev mesele bi kurdîtîyê ve jî girêdayiye. Ji ber ku civaka êzidî baweriyek herî kevnar e ku li ser xaka Mezopotamyayê xwe dide jiyîn. Lewra heke civaka êzidî bê qirkirin ziman û dîroka kurdî jî tê qirkirin."
 
'Berxwedana dayikên Şengalê silav dikim'
 
Felekansê diyar kir ku civaka êzidî dê tu carî li hemberî êrîş û qirkirinên li ser wan bêdeng nemîne û wiha pê de çû: "Di 2014’an de gava ku fermana Şengalê çêbû civaka êzidî jê re ne amade bû. Ango bi rêxistinek nebû. Her kes di hewildana çawa ez dikarin xwe rizgar bikim de bû. Lê îro me dît ku li Gir Zerikê de dayikên Şengalê çawa li dijî êrîşan pêşengtî kirin. Rê nedan ku dagirkeriyek li ser erdê Şengalê ji hêla leşkeriyên hikûmeta navendî ve bê kirin. Berxwedana dayikan babeta herî girîng nişanî me da. Xwe parastin û xwe bi rêxistin kirin. Îro bi pêşengtiya dayikan çêdibe. Ev jî moral û motivasyonekê dide. Ez berxwedana dayikan ji vir silav dikim. Ev berxwedana ku hûn dimeşînin berxwedana mirovahiyê ye. Berxwedana azadiyê ye, ev berxwedana tola fermana 74'emîn ku li ser civaka êzidî hatibû meşandin e. Her wiha ev berxwedana ku hûn dimeşînin pêşîgirtina fermana 75'emîn e.  Ev kesên ku dixwaze bi qedera civaka êzidî bileyizin bila baş bizanibe civaka êzidî li hemberî van êrîş û qirkirinan êdî bêdeng namîne."
 
'Karê leşkerên tirk di nav artêşa Iraqê de çi ye?'
 
Feleknasê bal kişand ser rola Tirkiyê jî û got: "Ji 3’yê Tebaxê heta niha 6 caran Şengal ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye bombekirin. Piştî 3’yê Tebaxê dewleta tirk çima diçe Şengalê bombe dike? Ji ezidîyan çi dixwaze? Em dizanin ku biryarek sîyasî ye. Lê tiştekî balkêş e ku dewleta tirk di demên dawîn de gelek car li ser Şengalê gefan dide xwarin. Heta di civîna meclîsê de berdevka partiya AKP’ê gotibû hûn çi bikin jî em ê bikevin Şengalê. Ango gava meriv balê dide van gefxwarin û ragihandinan mijara Şengalê hertim di rojevê de ye. Lê di êrîşê dawiyê de hin ragihandinên ku di çapameniyê de jî derbas bûn ket rojevê. Hin leşkerên ku uniformayên artêşa Bexdayê li xwe kirine û di navbera hevdu de bi tirkî qise kirine hatine eşkerekirin. Me ev anî rojeva meclîsê jî. Heke ev rastî be gelo karê leşkerên tirk di nava leşkerên Iraqê de çi ye. Ev nîşan dide ku di nav planên ku li ser Şengalê tê birêvekirin de dewleta tirk jî heye."
 
'Piştî 3’yê Tebaxê gelek guhertin çêbûn'
 
Feleknasê destnîşan kir ku berxwedana Şengalê nimûneyek ji dîrokê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Şengal hê jî birînên xwe nepêçiyaye. Di destên dayikên me de tu tiştek tune bû. Tenê bi kevirekî li pêşiya erebeyên leşkerî sekinîn. Em dizanin ku ev sekna dayikên me parastin û baweriya civaka êzidîyan e. Yên ku îro dibêjin ji Şengalê dekevin dê sibehê bêjin dev ji ol û baweriya xwe jî berdin. Dê bêjin dev ji nasname û kurdîtiya xwe jî berdin. Her roj bi lîstîk û planeke nû dixwazin rojeva xwe li ser me derbas bikin. Civaka êzidî ji 3’yê tebaxê gelek ders derxist. Birêz Ocalan bi taybet di sala 2007’an de bi rêya parezêran gotibû; Ji bo ku civaka êzidî di nava fermanekê de derbas nebin pêwist e ku xweparastinê bike. Em îro dibînin ku bi gotina Birêz Ocalan rastî jî tam di vê demê de derdikeve holê. Li Şengalê keçên ku ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn îro parastina xaka Şengalê dikin. Tiştên ku li Şengalê guhert  ev in. Xweparastin û xwedîtin bû armanca xelkê Şengalê. Ji ber ku hate fêmkirin ku sedema êrîşên li ser Şengalê ji ber bêrêxistinbûyînê bû. Çi dibe bila bibe dê berxwedana Şengalê berdewam bike. Ew ê Şengal teqez bi ser bikeve. Berxwedana Şengalê ji hemû dîrokê re nimûneyek e.  Civaka ku xwe ji tunebûnê ava kir xwe bi rêxisitin kir û bi felsefeya netewa demokratîk ji nû ve hate afirandin."  
 
'Civaka êzidî dê wekî vê gulê şîn bibe û xwe biparêze'
 
Feleknasê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Piştî komkujiya Şengalê ez çûm Çiyayê Şengalê. Li wir min gulek dît. Gulekê bi rengê xemrî xwe dida nîşandan. Min wê çaxê got çawa ku jinên êzidî ji bo ku nekevin destên DAÎŞ’ê xwe ji çiyayên Şengalê avêtibûn û seknekê berxwedêr nîşan dabûn. Civaka êzidî jî dê wekî vê gulê şîn bibe û dê xwe ji hemû tiştan biparêze."