Jinên Efrînê: Xeta berxwedanê serkeftinê mîsoger dike

  • 09:01 29 Nîsan 2021
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Endamên Kongreya Star a herêma Efrînê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Kantona Şehba û navçeya Şêrewa ya Efrînê dan û gotin: "Bi sekin û berxwedana jinên Efrînî wê êrîş û pilanên dagirkeran vala derbikevin."
 
Piştî ku dewleta tirk di 2018'an de êrîşî Efrînê kir û bajar dagir kir, bi sedan şêniyên Efrînê ji bajêr hatin koçberkirin. Şêniyên ku ji warê xwe koçber bûn piraniya wan ji bo têkoşîna xwe li hember dewleta tirk bidomînin li Kantona Şehba û hin gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê bi cih bûn. Lê vê carê jî dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê cihên koçberên Efrînê lê bi cih bûne hedef digirin û hewl diin bi komî wan qir bikin. Ev êrîşên ku bê navber berdewam dikin di demên dawîn de zêdetir bûne û zerarê didin kesên sivîl. Herî dawî li navçeya Şêrewa gundên Aqîbê, Soxanekê û Bênê di heman demê de gundên navçeya Şera û gundên bajeroka Til Rifet, Dêr Cimêl, Şêx Hîlal û Taenê yên kantona Şehbayê hatin hedef girtin. Li dijî van êrîşan Endamên Kongreya Star a Efrînê nêrînên xwe bi ajansa me re parvekirin.
 
'Gelê Kurd xwedî hêz û  vîn e'
 
Yesmîn Qadêr bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha got: "Ev bû 3 sal welatiyên Efrînê ji welatên xwe hatine koçberkirin. Dewleta tirk a dagirker gundên navçeya Şêrewa û Kantona Şehbayê yên ku li wir koçberên sivîl bi cih bûne û li ber xwe didin dike armanca êrîşên xwe. Niştecihên navçeya Şêrewa bi keda destên xwe bi salane malên xwe çêdikin. Lê dewleta tirk wê kedê hedef digire û zirareke mezin dide wan. Erdogan di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî tevahiya Sûriyeyê kiriye armanca xwe û êrîş dike. Lê Gelê Kurd xwedî hêz û vîne dev ji berxwedana xwe bernade û wê heta dawiya jiyana xwe li hember êrîşan têbikoşe."
 
'Em xwn û xeyalên Erdogan pêk naynin'
 
Zekiya Mihemed jî teqez kir ku bi berxwedana gel wê êrîşên dagirkeran têk biçin û got: "Armanca dewleta tirk ji hedefgirtina Til Rifet û Şêrewa ew e ku gel ji wir jî careke din bidin koçberkirin û berxedana gel têk bibin. Em xewin û xeyalên Erdoxan pêk naynin û dev ji berxwedana xwe bernadin. Ew ê bi berxwedan û têkoşîna gel êrîşên dagirkeriyê têk biçin. Gelê Şêrewa ji top û tivingên dijmin natirse û terka axa xwe nake. Ruxmî êrîşan jî li ser axa xwe dimînin."
 
'Bi sekina jina azad wê êrîşên dagirkeran vala derkevin' 
 
Rûdîn Mihemed jî diyar kir ku dewleta tirk êrîşî Til Rifet dike ji bo ku wir jî dagir bike û daxwazên xwe pêk bîne û wiha pê da çû: "Di encama dagirkirina Efrînê de ji hêla dewleta tirk a dagirker ve em hatin koçberkirin û li herêmên bi ewle bi cih bûn. Êrîşên ku Erdogan li Efrînê pêk anîne li Kantona Şehba jî didomin ji ber wê jî valakirina Kantona Şehbayê ye. Li Til Rifet pêkhateyên ereb û kurd bi hev re dijîn ev projeya wekheviyê jî dijberî daxwazên dewleta tirk e û loma her êrîşên xwe nû dike. Bi sekina jina azad ev êrîş wê vala derbikevin û mayîna me jî li Şehbayê vê yekê xuya dike. Armanca mayina me li Şehbayê vegera Efrînê ye, loma sekna berxwedana me wê serkeftinê misoger bike."