'Roboskî birîna bi xwîn û lêgerîna edaletê ya vê axê ye'

  • 15:44 28 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Têkildarî 112’emîn meha qetilkirina 34 kesên li Roboskiyê, Hewldana ji bo Roboskî Edalet daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin Roboskî azmûna dewlet û desthilatê ye û hat gotin Roboskî birîna bi xwîn û lêgerîna edaletê ya vê axê ye.
 
Di ser Komkujiya Roboskî ku li navçeya Qilebanê ya Şirnexê pêk hat û 19 jê zarok bi giştî 34 kesan tê de jiyana xwe ji dest da re 112 meh derbas bûn. Hewldana ji bo Roboskî Edalet, derbarê meha 112’emîn a komkujiyê de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîneke çapameniyê li dar xist.  Endamê Hewldana ji bo Roboskî Edalet Tanjû Gunduzalp, Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatîn Kanat û rêveberê şaxê Sevîl Tûrgût tevlî civînê bûn.
 
'Roboskî birîna bi xwîn û lêgerîna edaletê ya vê axê ye'
 
Di civînê de Endamê Hewldana ji bo Roboskî Edalet Tanjû Gunduzalp, di civînê de axivî û diyar kir ku di ser komkujiyê de 9 sal derbas bûne lê hê jî edalet pêk nehatiye û wiha got: “Meclisê komîsyon ava kir lê darazê komkujî fêhil kir. Li erdnîgariya ku edalet lê pêk neyê pêşî li komkujiyan nayê girtin. Roboskî birîna ku xwîn jê diherike ye. Ji bo Roboskî û hemû komkujiya heta ku em edaletê pêk neynin em ê ranewestin. Roboskî azmûna dewlet û desthilatê ye. Li vê erdnîgariyê rêya aştî û edaletê si destpêkê sw di Roboskî de derbas dibe. Roboskî birîna bi xwîn û lêgerîna edaletê ya vê axê ye. Roboskî şerm û lêgerîna edaletê ye. Ji bo tu komkujiyê demborî nabe."