Pankarta ‘Peymana Stenbolê’ di bin behrê de hat vekirin

  • 14:43 28 Nîsan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - Jinan pankarta ku li ser “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin” dinivîsî li binê behrê vekirin û careke din dubarê kirin ku biryara vekişandina ji peymanê nas nakin.
 
Bi îmzeya serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di nîvê şeva 20’ê Adarê de biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê hat dayîn. Piştî biryarê, li hemberê vekişîna ji peymanê bertekên rêxistinên jinan didomin. Heta îro li gelek bajaran di pêşenga Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê pêk bînin, çalakiyên cur bi cur hatin meşandin. Desthilatdarîya ku tehemilê çalakiyên jinan nake, li gelek cihan êrîşî çalakiyên jinan kiribû û penqartên “Peymana Stenbolê” qedexe kiribûn.
 
Li binê behrê pankart vekirin
 
Jinan li binê behre pankarta “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin” vekirin û gotun, “Em ê li her derê gotina xwe ya Peymana Stenbolê ya me yê bidomin.” Jinan dîmen û wêneyên çalakiya xwe li ser malperên Jin Bi Hev re Bihêzin parvê kirin û di binê dîmenê de wiha nivîsandin: “Em Ji bo Peymana Stenbolê li her derê nê. Her wiha, gelo we got panqart qedexe ye?”