Binçavkirina 11 kesan ev 3 roj in didome

  • 12:04 28 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AMED - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 11 kesên ji malên xwe hatin girtin ev 3 roj in di bin çavan de ne. 
 
Bi hinceta lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rê ve bir de, polîsan roja duşemê li navenda Amedê bi awayekî hemwext bi ser mala 11 kesan de girtin û binçav kirin 
 
Di serdegirtina malan de, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ramazan Karakaya, Hamît Onûr, Mûrat Ondeş, Sadik Tosûn, Hevserokê HDP’ê yê Peyasê yê berê Kadrî Akkaya, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê yê berê Mehmet Bakir, Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî, endamê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Zekî Bagcik, endamê Mecslîsa Şaredariya Rezanê Nûrettîn Bakan, endama Meclîsa Şaredariya Peyasê Songul Dag Kapanci jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.  Di lêpirsîna têkildarî 11 kesên ku bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” tên sûcdarkirin de, biryara veşartinê hat dayîn 
 
Hat diyarkirin ku îfadeya 11 kesên ku 3 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin, wê îro bê girtin. Li bendêye ku 11 kes heya sibehê sewqî edliyê bên kirin.