Hemdiye Bilek Turgay: Dema xwedîderketina li zimanê xwe ye

  • 09:01 28 Nîsan 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Nivîskar û Hevseroka MYD’ê Hemdiye Bilek Turgay têkildarî kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê kurdî hatiye destpêkirin wiha got: "Kampanya pêwîstiyek bû, divê were xurtkirin. Ziman nasname û hebûna gel e. Ji bo em hebin divê em zimanê xwe di her qadê de bikin zimanekî fermî. Dem ew deme ku em rabin. Dema xwedîderketina li zimanê xwe ye."
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî û Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ya Platforma Zimanê Kurdî, ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê di 22’yê Sibatê de kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin. Kampanya dê heta 15’ê Gulanê bidome. Hevseroka Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê (MYD) Nivîskar Hemdiye Bilek Turgay ji bo kampanyayê bang kir û got li dijî bişaftinê divê gelê kurd di nava berxwedanê de be.
 
'Ziman weke xerca civakê ye'
 
Hemdiye di serî de bi qalkirina girîngiya ziman a ji bo civakê dest bi axaftinê kir û wiha got: "Yê ku civakan, gelan li ser lingan dihêle zimanê wan e. Em tim dibêjin ziman nasname ye. Ger ew nasname tune be em jî tune ne. Em ê mehkûmê hilweşînê bin. Têkoşîna ku em bidin jî wê bê wate be. Ji bo têkoşînek sererast divê em xwedî li çand û zimanê xwe derbikevin. Divê em di destpêkê de bingehek qayîm di vî alî de ava bikin. Ji ber ku çand û ziman weke xerca civakê ye. Ger ne qayîm be wê zû hilweşe. Ji bo zimanê me zindî bimîne û pêş bikeve jî divê em hewil bidin. Ji vê yekê çi pêwîst be, weke perwerde divê em bînin cih. Em neçar in vê yekê bikin."
 
'Divê em di ezmûnê de nemînin'
 
Hemdiyeyê bal kişand ser êrişên ku li ser ziman û çandê tên meşandin û wiha got: "Ji dîroka kevnar heta roja îro êriş li ser xaka me kêm nebûne. Em weke gelê kurd jî timî têkoşîna xwe ya azadiyê didin meşandin. Tu êriş jî nekare bi têkoşîna me. Lê di roja îro de tirkiye bi hemû hêz û teknolojiya xwe êrişa bişaftinê dide meşandin. Dixwazin bi bişaftinê gelê kurd tune bike. Ev êrişek qirêj e ku divê gelê kurd êdî şiyar bibe. Ew çand û zimanê wan yê bi êriş û qetlîaman re nehatiye tunekirin wê bi bişaftinê tune bibe. Kêm maye ku em di ezmûnên xwe yên xwedîderketinê de bimînin. Ev ji bo me şermek mezin e. Divê em di ezmûnê de nemînin."
 
'Kes divê di destpêkê de zimanê xwe bizanibe'
 
Hemdiyeyê wiha berdewam kir:"Divê em bikevin ferqa cidiyeta êrişên pêk tên. Lê em ji xwe re hincetan dibînin ji bo em bi zimanê xwe neaxivin. Îro ciwanên me, malbatên me nezanîna xwa ya zimanê xwe yê zikmakî bi dibistanan ve girê didin. Rast e, ji bo ziman pêş bikeve divê zimanê perwerdeyê jî be. Lê em xwe nexapînin. Kes divê di destpêkê de zimanê xwe bizanibe. Divê bi hinceta hinek tiştan ewqas zû xwe teslîm nekin. Li şûna wê ji bo zimanê we bibe zimanê perwerdeyê têbikoşin. Berteka xwe li dijî bişaftinê nîşa bidin. Îro zimanê we zimanekî qedexe ye. Lêpirsîn bikin, lêkolîn bikin. Ev erka we ye, ya me ye. Divê em bi hev re zimanê xwe biparêzin."
 
'Kampanya pêwîstî ye'
 
Hemdiyeyê kampanyaya îmzayê ya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê bi bîr anî û wiha got:"Ev kampanya pêwîst e. Divê gelê kurd xwedî lê derbikeve û mezin bike. Heta 15’ê Gulanê divê em bigihêjin astek bilind. Dem ew deme ku em xwedî li çanda xwe û zimanê xwe derbikevin. Sibehê wê dereng be. Dayik, bav, ciwan, zarok  em daxwaza xwe bi hev re bi yek destî pêk bînin. Ger em yek bin em dikarin bi ser bikevin. Em dikarin xwe, nasname  û hebûna xwe biparêzin. Ev ji bo me ezmûna dawî ye. Ne tenê kampanya pêwîst e pêwist e em zimanê xwe yê zikmakî bixin nava jiyana rojane jî."
 
'Li dibistanan nîjdaperestî heye'
 
Hemdiyeyê wiha berdewam kir: "Ji bo bazirganiyê ne pêwîst e em zimanê xelkê fêr bibin. Yên ku tên bi me re bazirganiyê dikin neçar in zimanê me fêr bibin. Perwerde divê bi zimanê zikmakî be. Ger ne wisa be ev bê dadî ye. Zarokên bi zimanê xwe perwerdeyê nabînin zehmetiyên mezin dibînin. Jixwe bişaftin hîna di vê dema zarokatiyê de dest pê dike. Li dibistanan dirûşmên nîjadperest ên weke "Ez tirk im, rastim û jêhatî me " bi zarokan didin xwendin. Nasnameya wan tune tê hesibandin û weke ku tenê yên tirk dikarin baş û rast bin didin nîşandan. Zarok hîna di vê demê de dikeve bin derûniya bindestiyê."
 
'Zimanê xwe azad bikin'
 
Hemdiyeyê herî dawî wiha got:"Zimanê me zimanekî qedexe ye. Zimanzan, nivîskar, mamoste, hunermend, siyasetmendarên ku kurd bin bi kurdî xebatê bidin meşandin bê guman rastî êrişan tên. Navê taxan, gundan ên ku bi kurdî ne diguherin. Li her qadê tenê bi tirkî tê axaftin. Rêhevala me Nivîskar Gulgeş Deryaspî bi awayekî bê hiquqî hate girtin. Ev êrişek ne tenê li dijî wê li dijî nivîskariya kurdî û zimanê kurdî y jî. Em vê biryarê jî şermezar dikin. Ez hêvîdar im ku çavên her kudî vebe û xwedî li hebûna xwe derbikeve."