ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 28 Nîsan 2021
  • Rojev
*Nivîskar û Hevseroka MYD’ê Hemdiye Bilek Turgay têkildarî kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê kurdî hatiye destpêkirin wiha got: "Kampanya pêwîstiyek bû, divê were xurtkirin. Ziman nasname û hebûna gel e. Ji bo em hebin divê em zimanê xwe di her qadê de bikin zimanekî fermî. Dem ew deme ku em rabin. Dema xwedîderketina li zimanê xwe ye." DÎMEN HEYE
 
* Esnafên jin ên Amedê bal kişandin ser bandor qeyrana aboriyê û gotin: "Bi pêvajoya pandemiyê re bêtir rewşa me xirab bû. Em nikarin danûstandinê bikin û em nikarin fatureyên xwe bidin. Bi vî rengî gelek jin neçar dimînin ku carek din vegerin malên xwe lê em naxwazin vegerin malên xwe." BI DÎMEN
 
*Fazîle Polat, 4 sal in cenazeyê kurê xwe digire û got: "Ez kulmek xwelî be jî cenazeyê kurê xwe dixwazim." BI DÎMEN
 
*Jinên ku li gel kêfxweşiya ber tavoşkê destkariyê dikin û gore çêdikin di fikra ku wê êvarê çi şîvê çêbikin de ne.  Lê tu alternatîfa wan tune ye û mecbûrin ji tunebûnî her roj heman xwarinê çêbikin... BI DÎMEN  
 
* Endama Koordînasyona Meclisa Îştar ya Mexmûrê Fadîle Tok diyar kir ku niha li hemberî axa Herêma Federal a Kurdistanê êrişek heye û got: "Li ser axa me, li hemberî gelê me û rûmeta me êrişek pir mezin heye, bêdengiya aliyên kurd li hemberî van êrişan îxaneta herî mezine, hevkariya vî şeriye. Divê gelê me yê Başûr li hemberî planên qirêj hişyar bin." BI DÎMEN