Jinan li Silêmaniyê êrîşên li herêmê pêk hatî şermezarkirin

  • 15:42 27 Nîsan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK, bi daxuyaniyek êrişên li Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir û got: "Em êrîşan şermezar dikin û bang li hikûmetê dikin ku bila li hemberî êrişan bêdeng nebin." 
 
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li Parka Azadî ya Silêmaniyê hat dayîn. Ji hêla endama RJAK’ê Banû Helebceyî ve daxuyanî hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi berxwedana Gelê Kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê ev destkeftiyên kurdan bi dest ket. Dewleta Tirk bi hemû êrîş û teknolojiya xwe ya pêşketî hewil dide Kurdan tune bike. Ji ber wê jî Başûrê Kurdistanê kiriye bingehek sereke ji bo êrîşan. Dewleta Tirk êrîşek berfireh li herêmên Behdinan û navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna da destpêkirin. Bi van êrîşan xaka Başurê Kurdistan û Iraqê dagir dike, li beramberî van dagirkeriyan Iraq û Hikûmeta Başûr bê deng e. Em weke Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê û Dayikên Laçik Spî van hemû êrîşan şermezar dikin daxwaza helwest û şikandina bêndengiyê li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.”
 
Di daxuyaniyê de bang li asayîşa Silêmaniyê hat kirin ku kesên di 25’ê nîsanê de di meşa li dijî dagirkeriyê de hatin binçavkirin û meş hatibû astengkirin werin berdanê û wiha hat bi lêv kirin: “Em weke RJAK vê bêdengiyê şermezar dikin û daxwaz ji Asayişa Silêmanî dikin ku ew kesen ku hatine binçavkirin azad bikin. Ger hûn bêdeng bin nikarin helwestek nişan bidin, rê li gel jî negrin ku bila gel van hemû êrîşan şermezar bikin. Em carek din girtina hemû çalakvanan şermezar dikin.”