Ji jinên HDP'yî pankarta 'Peymana Stenbolê'
- 16:43 26 Nîsan 2021
- Rojane
AYDIN - Jinên HDP'yî ji bo balê bikşînin ser Peymana Stenbolê pankarteke mezin a navê 88 jinên hatine qetilkirin li ser hat nivîsandin li avahiya Didimê hat daliqandin.
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikşîne ser feshkirina Peymana Stenbolê û qetilkirina jinan çalakiya xwe ya daliqandina pankartan didomînin. Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Aydinê pankarteke mezin a navê 88 jinên hatine qetilkirin li ser hat nivîsandin û bi nivîsa "Ger Peymana Stenbolê bihata pêkanîn dê ev 88 jin nehatibana qetilkirin "li avahiya Didimê hat daliqandin.