Ji jinên HDP'yî pankarta 'Peymana Stenbolê' 2021-04-26 16:43:12     AYDIN - Jinên HDP'yî ji bo balê bikşînin ser Peymana Stenbolê pankarteke mezin a navê 88 jinên hatine qetilkirin li ser hat nivîsandin li avahiya Didimê hat daliqandin.    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikşîne ser feshkirina Peymana Stenbolê û qetilkirina jinan çalakiya xwe ya daliqandina pankartan didomînin. Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Aydinê pankarteke mezin a navê 88 jinên hatine qetilkirin li ser hat nivîsandin û bi nivîsa "Ger Peymana Stenbolê bihata pêkanîn dê ev 88 jin nehatibana qetilkirin "li avahiya Didimê hat daliqandin.