Li Îzmîrê qetilkirina jinan hat protesto kirin

  • 21:12 16 Cotmeh 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Komeleya Piştevaniya Jinan a Guzeltepe û Komeleya Piştevanî û çanda Dêrsîmiyan a Menemenê  li dijî qetilkirina jinan daketin kolanan û diyar kirin ku wê li dijî êrîşan xwe rêxistin bikin û têbikoşin.
 
Komeleya Piştevaniya Jinan a Guzeltepe û Komeleya Piştevanî û çanda Dêrsîmiyan a Menemenê   li dijî tundiya li ser jinan li Qada Cumhuriyetê ya navçeya Menemenê daxuyanî dan.  Jin ji ÎZBAN a Menemenê meşiyan qada ku daxuyanî lê dan.
 
Ezgî Ozer daxuyanî xwend û da zanîn ku meha cotmehê de 31 jin hatin qetilkirin û  got tundiya li hember jinan tê rewakirin û ji rêzê tê dîtin. Ezgiyê bi lêv kir ku  jinên bi tundiyê re tên rû hev bi destê desthilatdarî, daraz û hêzên ewlehiyê nikarin li mafên xwe bigerin. Ezgiyê balkişand ser Peymana Stenbolê û got divê ji nûve Peyman bikeve meriyetê.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.