Polîsan êrişî HDP'yiyan kir: Gelek kes hatin binçavkirin

  • 13:00 26 Nîsan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê xwest têkildarî Doza Kobanê li ber avahiya bajêr daxuyaniyekê bidin, lê bi êrişa polîsan ve rûbirû man û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê xwest, têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kirin. Ketin û derketina li avahiya HDP'ê astengkirin. Polîsan nehiştin ku HDP'î ji avahiyê derkevin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 
 
Girseya ku hewl da derkeve derve û daxuyaniyê bide, bû hedefa êrişa polîsan. Nûçegihanê MA'yê Enes Sezgîn û nûçegihanên Arti TV jî di nav de gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.