Polîsan êrişî HDP'yiyan kir: Gelek kes hatin binçavkirin 2021-04-26 13:00:39     STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê xwest têkildarî Doza Kobanê li ber avahiya bajêr daxuyaniyekê bidin, lê bi êrişa polîsan ve rûbirû man û gelek kes hatin binçavkirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê xwest, têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kirin. Ketin û derketina li avahiya HDP'ê astengkirin. Polîsan nehiştin ku HDP'î ji avahiyê derkevin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê.    Girseya ku hewl da derkeve derve û daxuyaniyê bide, bû hedefa êrişa polîsan. Nûçegihanê MA'yê Enes Sezgîn û nûçegihanên Arti TV jî di nav de gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.