Navê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn
- 13:05 23 Nîsan 2021
- Rojane
ÊLIH - Ji bo balkişandina ser komkujiyên jinan û Peymana Stenbolê Rêxistina HDP'ê ya Êlihê pankartek bi avahiya xwe ve vekir.
TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê pankartek bi avahiya HDP'ê ya Êlihê ve daliqandin û bal kişandin ser Peymana Stenbolê û komkujiyên jinan.
Li ser pankartê navê 88 jinên di nava 3 mehên destpêkê yê sala 2021'ê de hatin qetilkirin, hate nivîsandin.
Li ser pankartê nivîsa "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Peymana Stenbolê jiyanê mîsoger dike." hat nîvasandin.