Navê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn 2021-04-23 13:05:40     ÊLIH - Ji bo balkişandina ser komkujiyên jinan û Peymana Stenbolê Rêxistina HDP'ê ya Êlihê pankartek bi avahiya xwe ve vekir.    TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê pankartek bi avahiya HDP'ê ya Êlihê ve daliqandin û bal kişandin ser Peymana Stenbolê û komkujiyên jinan.   Li ser pankartê navê 88 jinên di nava 3 mehên destpêkê yê sala 2021'ê de hatin qetilkirin, hate nivîsandin.   Li ser pankartê nivîsa "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Peymana Stenbolê jiyanê mîsoger dike." hat nîvasandin.