Li dijî dorpêçkirina HDP'ê çalakiya rûniştinê

  • 15:29 22 Nîsan 2021
  • Rojane
 
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê ji hêla polîsan ve hat darpêçkirin. Li dijî dorpêçê girse meş û çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
Bi sedan polîs bi maşîneyên xwe yên zirxî, avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê dorpêç kir. Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, parlamentera Mûşê Şevîn Coşkun, Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlamenterê Colemêrgê Saît Dede li dijî dorpêçê li ber Banqeya Navendê ya kolana Cumhuriyetê kom bûn. Li vir heta li ber avahiya HDP'ê ya bajêr meşiyan. 
 
Her wiha ketin û derketina avahiya HDP'ê tê astengkirin. Li dijî astengiyan girse li ber avahiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.