Li dijî dorpêçkirina HDP'ê çalakiya rûniştinê 2021-04-22 15:29:36     WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê ji hêla polîsan ve hat darpêçkirin. Li dijî dorpêçê girse meş û çalakiya rûniştinê li dar xist.    Bi sedan polîs bi maşîneyên xwe yên zirxî, avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê dorpêç kir. Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, parlamentera Mûşê Şevîn Coşkun, Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlamenterê Colemêrgê Saît Dede li dijî dorpêçê li ber Banqeya Navendê ya kolana Cumhuriyetê kom bûn. Li vir heta li ber avahiya HDP'ê ya bajêr meşiyan.    Her wiha ketin û derketina avahiya HDP'ê tê astengkirin. Li dijî astengiyan girse li ber avahiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.