Li Qaqizmanê mirina bi gûman a jinekê

  • 14:35 22 Nîsan 2021
  • Rojane
 
QERS - Li navçeya Qaqizmanê Hanîfe Demîr a ku malbat û destgirtiyê wê tundî lê kirin, bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Qaqizman a Qersê li gundê Karabaglarê Hanîfe Demîr ya 18 salî, bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji destdayî hat dîtin. Li gîrî agahiyên ku hatin bidestxistin Hanîfe, berî bi 4 mehan bi mirovnê bi navê Tayfun re bi darê zorê hatiye nîşankirin. Hanîfe piştî bidergistî bûye hem malbata wê û hem jî destgirtiyê wê tundî lê kirine. Tê îdakirin ku Hanîfe ji ber tundiya lê hatiye kirin întîhar kiriye.  
 
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê d lêkolîn hatiye destpêkirin.