Li Qaqizmanê mirina bi gûman a jinekê 2021-04-22 14:35:55     QERS - Li navçeya Qaqizmanê Hanîfe Demîr a ku malbat û destgirtiyê wê tundî lê kirin, bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Qaqizman a Qersê li gundê Karabaglarê Hanîfe Demîr ya 18 salî, bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji destdayî hat dîtin. Li gîrî agahiyên ku hatin bidestxistin Hanîfe, berî bi 4 mehan bi mirovnê bi navê Tayfun re bi darê zorê hatiye nîşankirin. Hanîfe piştî bidergistî bûye hem malbata wê û hem jî destgirtiyê wê tundî lê kirine. Tê îdakirin ku Hanîfe ji ber tundiya lê hatiye kirin întîhar kiriye.     Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê d lêkolîn hatiye destpêkirin.