Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
- 12:09 19 Nîsan 2021
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de hat destpêkirin polîsan serê sibehê bi ser malan de girtin. Polîsan li malan lêgerîn pêk anîn û pişt re 5 kes binçav kirin.
Navê binçavkiriyan wiha ne: Servet Ozekîncî, Hamît Dagli, Recep Çîftçî, Gulsum Çakir û Diyar Yaman.
Sedema binçavkirinê nehat zanîn û her 5 kesan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.