Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin 2021-04-19 12:09:50     ÊLIH - Li Êlihê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de hat destpêkirin polîsan serê sibehê bi ser malan de girtin. Polîsan li malan lêgerîn pêk anîn û pişt re 5 kes binçav kirin.    Navê binçavkiriyan wiha ne: Servet Ozekîncî, Hamît Dagli, Recep Çîftçî, Gulsum Çakir û Diyar Yaman.   Sedema binçavkirinê nehat zanîn û her 5 kesan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.