Jinan bal kişandin ser Peymana Stenbolê

  • 16:43 16 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo bal bikişînin ser Peymana Stenbolê, li navçe û navendên HDP’ê panqart daliqandin.
 
Meclîsa Jinan a Partîya Demokratik a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo bal bikişînin ser vekişandina ji Peymana Stenbolê, li navçe û navendên HDP’ê panqartên mezin daliqandin.
 
Li ser panqartan navên 88 jinên di navbera 3 mehan de hatine qetilkirin û “Peymana Stenbolê pêk bîne û 88 jin sax in” hat nivîsandin.