Jinan bal kişandin ser Peymana Stenbolê 2021-04-16 16:43:01     ŞIRNEX - TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo bal bikişînin ser Peymana Stenbolê, li navçe û navendên HDP’ê panqart daliqandin.   Meclîsa Jinan a Partîya Demokratik a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo bal bikişînin ser vekişandina ji Peymana Stenbolê, li navçe û navendên HDP’ê panqartên mezin daliqandin.   Li ser panqartan navên 88 jinên di navbera 3 mehan de hatine qetilkirin û “Peymana Stenbolê pêk bîne û 88 jin sax in” hat nivîsandin.