Ji berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ji bo jinên girtî yên Fîlîstînê name

  • 09:02 16 Nîsan 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan li girtîgeha tê girtin ji bo girtiyên jin ên Fîlîstînê name şand û got: “Girtiyên kurd û fîlîstînî li dijî osmanî û siyonîzmê têkoşîn kirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin.”
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi wesîleya ’17-24’ê Nîsanê Hefteya Piştevaniya Dîlgirtiyên Fîlîstînî’ ku bi banga li dijî îşkence û dijhiqûqiyên sîstematîk ya li girtîgehên Israîlê tên jiyîn hat destpêkirin, ji girtîgeha Jinan a Amedê name ji girtiyên Fîlîstinê re şand.
 
Ayşeyê destnîşan kir ku girtiyên kurd û fîlîstînî li dijî osmanî û siyonîzmê têkoşîn kirin hevpar û ji bo gelên Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin û berxwedana azadiyê ya girtiyan silav kir. Ayşeyê di nameyê de ev îfade bi kar anî:
 
‘Bi heqîqetê re hatin rû hev’
 
"Ji bo jinên girtî yê Fîlîstinî û tevgerên jinan…
 
Hêzên emperyal dema ku serî li çavsoriya ku welatên Kurdistan û Fîlîstnê tune bikin, xistin, bi heqîqeteke ku texmîn nedikirin re hatin rû hev.
 
Dewletên emperyal rûpûşên xwe xistin. Berxwedana jinên Kurdistan û Fîlîstinê, dirûtiya dewletan derxist holê. Belê dibe ku hovîtî û çavsoriya dewletan di carekê de bi dawî nabe, lê dewletan jî ispat kirine ku mekanîzmayên hovîtiyê ne. Bi berxwedana girtiyên Kurdistan û Fîlîstînê re zindanên Tirkiye û Israîlê, bi berxwedana jinên kurd û fîlîstînî dihejin.
 
Em di 17’ê Nîsanê Roja Piştevaniya Girtiyên Fîlîstînî de ligel we ne. Girtiyên kurd û fîlîstînî li dijî osmanî û siyonîzmê têkoşîn kirin hevpar û ji bo gelên Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin.
 
Bijî berxwedana zindanan
 
An azadî an azadî.”