Ji berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ji bo jinên girtî yên Fîlîstînê name 2021-04-16 09:02:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan li girtîgeha tê girtin ji bo girtiyên jin ên Fîlîstînê name şand û got: “Girtiyên kurd û fîlîstînî li dijî osmanî û siyonîzmê têkoşîn kirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin.”   Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi wesîleya ’17-24’ê Nîsanê Hefteya Piştevaniya Dîlgirtiyên Fîlîstînî’ ku bi banga li dijî îşkence û dijhiqûqiyên sîstematîk ya li girtîgehên Israîlê tên jiyîn hat destpêkirin, ji girtîgeha Jinan a Amedê name ji girtiyên Fîlîstinê re şand.   Ayşeyê destnîşan kir ku girtiyên kurd û fîlîstînî li dijî osmanî û siyonîzmê têkoşîn kirin hevpar û ji bo gelên Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin û berxwedana azadiyê ya girtiyan silav kir. Ayşeyê di nameyê de ev îfade bi kar anî:   ‘Bi heqîqetê re hatin rû hev’   "Ji bo jinên girtî yê Fîlîstinî û tevgerên jinan…   Hêzên emperyal dema ku serî li çavsoriya ku welatên Kurdistan û Fîlîstnê tune bikin, xistin, bi heqîqeteke ku texmîn nedikirin re hatin rû hev.   Dewletên emperyal rûpûşên xwe xistin. Berxwedana jinên Kurdistan û Fîlîstinê, dirûtiya dewletan derxist holê. Belê dibe ku hovîtî û çavsoriya dewletan di carekê de bi dawî nabe, lê dewletan jî ispat kirine ku mekanîzmayên hovîtiyê ne. Bi berxwedana girtiyên Kurdistan û Fîlîstînê re zindanên Tirkiye û Israîlê, bi berxwedana jinên kurd û fîlîstînî dihejin.   Em di 17’ê Nîsanê Roja Piştevaniya Girtiyên Fîlîstînî de ligel we ne. Girtiyên kurd û fîlîstînî li dijî osmanî û siyonîzmê têkoşîn kirin hevpar û ji bo gelên Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin.   Bijî berxwedana zindanan   An azadî an azadî.”