Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin

  • 15:21 15 Nîsan 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan a ji 2016'an heta niha dewam dikin hat dirêjkirin.
 
Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de ragihand ku qedexe 15 rojê din jî hat dirêjkirin. Walîtiyê bi hinceta virusa koronayê û temamiya dewletê ya nikare bê xerakirin qedexe heta 30'yê Nîsanê dirêj kir.