Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin 2021-04-15 15:21:27     COLEMÊRG - Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan a ji 2016'an heta niha dewam dikin hat dirêjkirin.   Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de ragihand ku qedexe 15 rojê din jî hat dirêjkirin. Walîtiyê bi hinceta virusa koronayê û temamiya dewletê ya nikare bê xerakirin qedexe heta 30'yê Nîsanê dirêj kir.