Li Wanê jin ji bo meşê xwe amade dikin

  • 14:42 8 Nîsan 2021
  • Rojane
 
WAN - Amadekariyên ji bo meşa Peymana Stenbolê ya li Wanê ya jinan didomin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan li dijî feshkirina Peymana Stenbolê ew ê meşa şermezarkirinê roja şemiyê li Wanê li dar bixin. Amadekariyên ji bo meşê didomin. Jinan ji bo meşa tê plankirin li Kuçeya Hunerê bê lidarxistin dest bi amadekariya dowîz û pankartan kirin. Tevî pankartên bi nivîsên "Peymana Stenbolê dide Jiyîn" lolîpop jî tên amadekirin. 
 
Banga ji bo meşa dê roja şemiyê saet di 12.00'an de bê lidarxistin hat nûkirin.