Li Wanê jin ji bo meşê xwe amade dikin 2021-04-08 14:42:41     WAN - Amadekariyên ji bo meşa Peymana Stenbolê ya li Wanê ya jinan didomin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan li dijî feshkirina Peymana Stenbolê ew ê meşa şermezarkirinê roja şemiyê li Wanê li dar bixin. Amadekariyên ji bo meşê didomin. Jinan ji bo meşa tê plankirin li Kuçeya Hunerê bê lidarxistin dest bi amadekariya dowîz û pankartan kirin. Tevî pankartên bi nivîsên "Peymana Stenbolê dide Jiyîn" lolîpop jî tên amadekirin.    Banga ji bo meşa dê roja şemiyê saet di 12.00'an de bê lidarxistin hat nûkirin.