Ji Beşa Jinê ya NY'ê banga ji bo Peymana Stenbolê

  • 14:52 2 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Dîrektora Beşa Civakî ya Sîvîl a Beşa Jinê ya NY'ê Lopa Banerjee ji bo Peymana Stenbolê bang li Tirkiyeyê kir û wiha got:"Qebûlkirina Peymana Stenbolê ya ji aliyê dewletan ve taahhuteke girîng e. "
 
Dîrektora Beşa Civakî ya Sîvîl a Beşa Jinê ya NY'ê Lopa Banerjee ji bo Peymana Stenbolê bang li Tirkiyeyê kir û peyama piştevaniyê ya ji bo jinan parve kir. Lopa Banerjee di peya xwe de anî ziman ku ji bo rê li pêşiya tundiyê bê girtin Peymana Stenbolê girîng e û got divê biryara feshkirina Peymana Stenbolê ya li Tirkiyeyê ji nû de bê nirxandin.