Ji Beşa Jinê ya NY'ê banga ji bo Peymana Stenbolê 2021-04-02 14:52:30     ENQERE - Dîrektora Beşa Civakî ya Sîvîl a Beşa Jinê ya NY'ê Lopa Banerjee ji bo Peymana Stenbolê bang li Tirkiyeyê kir û wiha got:"Qebûlkirina Peymana Stenbolê ya ji aliyê dewletan ve taahhuteke girîng e. "   Dîrektora Beşa Civakî ya Sîvîl a Beşa Jinê ya NY'ê Lopa Banerjee ji bo Peymana Stenbolê bang li Tirkiyeyê kir û peyama piştevaniyê ya ji bo jinan parve kir. Lopa Banerjee di peya xwe de anî ziman ku ji bo rê li pêşiya tundiyê bê girtin Peymana Stenbolê girîng e û got divê biryara feshkirina Peymana Stenbolê ya li Tirkiyeyê ji nû de bê nirxandin.