Redkirina parastina bi kurdî birin rojeva Meclîsê
- 13:44 1 Nîsan 2021
- Rojane
AMED - Redkirina parastina bi kurdî ya Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan birin rojeva Melîsê. Peşniyazpirs ji hêla parlamentera HDP'ê Semra Guzel ve hat dayîn.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel rewşa Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a mafê parastina wê ya kurdî hat redkirin bir rojeva Meclîsê. Semra, têkildarî mijarê peşniyazpirs pêşkeşî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir.
Semra ji wezîr Abdulhamît Gul ev pirs kirin:
“* Hinceta redkirina parastina bi zimanê dayîkê ya li dadgehan her tim tê rojevê çiye?
* Mafê şandeyên dadgehan ên astengkirina mafên parastina zimanê dayikê heye?
* Haya we ji rewşa redkirina parastina kurdî ya şandeya dadgehê ya di danişîna Ayşe Gokkan de heye?
* Piştevaniya hinceta “tenê di danişîna ewil û ya dawî de dikarin bi zimanê dayikê parastina kurdî bikin” a bersûcên tên darizandin çiye?
* Redkirina parastina kesên dixwazin bi zimanê dayikê parastinê bikin, binpêkirina maf nîne?
* Xebateke we ya têkildarî ku dadgeh mafê parastina zimanê dayikê pêktînin an pêk naînin heye?
* Piştî ku xala 202 ya CMK’yê ket meriyetê çend welatî karîne parastina zimanê dayikê bikin?”