Redkirina parastina bi kurdî birin rojeva Meclîsê 2021-04-01 13:44:00     AMED - Redkirina parastina bi kurdî ya Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan birin rojeva Melîsê. Peşniyazpirs ji hêla parlamentera HDP'ê Semra Guzel ve hat dayîn.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel rewşa Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a mafê parastina wê ya kurdî hat redkirin bir rojeva Meclîsê. Semra, têkildarî mijarê peşniyazpirs pêşkeşî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir.   Semra ji wezîr Abdulhamît Gul ev pirs kirin:     “* Hinceta redkirina parastina bi zimanê dayîkê ya li dadgehan her tim tê rojevê çiye?   * Mafê şandeyên dadgehan ên astengkirina mafên parastina zimanê dayikê heye?   * Haya we ji rewşa redkirina parastina kurdî ya şandeya dadgehê ya di danişîna Ayşe Gokkan de heye?   * Piştevaniya hinceta “tenê di danişîna ewil û ya dawî de dikarin bi zimanê dayikê parastina kurdî bikin” a bersûcên tên darizandin çiye?   * Redkirina parastina kesên dixwazin bi zimanê dayikê parastinê bikin, binpêkirina maf nîne?   * Xebateke we ya têkildarî ku dadgeh mafê parastina zimanê dayikê pêktînin an pêk naînin heye?   * Piştî ku xala 202 ya CMK’yê ket meriyetê çend welatî karîne parastina zimanê dayikê bikin?”