ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'Ê

  • 09:00 19 Adar 2021
  • Rojev
 
*29 sal berê di sala 1992'yan de welatiyên Nisêbînê li Pira Ahmed Kaya kom bûn û xwestin agirê Newrozê vêxin. Li dijî welatiyên xwestin agirê Newrozê vêxin êriş hat kirin û komkujî pêk hat. Ji şahidên bûyera 1992'yan Wesîle Kaya wiha got:"Ew roj tim di bîra min de ye, xwestin agirê Newrozê vemirînin lê heta roja îro em bi rihê serhildana wê rojê agirê xwe geştir vêdixin." DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Beser Çelîk, got tacîz û tehîdên li hember wan didomin û got: “Çi dibe bila bibe em ê li qadan bin. Em di têkoşîna xwe de bi biryarin” DÎMEN HEYE
 
*Bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin bi ser bikevin", jinên kurd dê îsal dakevin qadan û xwedî li têkoşîna Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan derkevin.
 
*  Jinên Amedê, dê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe didin û azad dibin", bi cil û bergên xwe yên herêmî li qada pîrozbahiyê cihê xwe bigirin. BI DÎMEN 
 
*“Heta ku rêbaza malperestî, mezextkarî û sanal ku li ser jiyana mirovan hatiye ferzkriin ji holê neyê rakirin, di vî warî de şoreşek çandî, civakî neyê kirin û nirxên etîk estetîk pêk neyên jiyanek azad ne pêkan e." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Jinên siyasetmendar ên HDP’yî li dijî girtina HDP’ê û qedexeya siyasî ya li ser siyasetmendaran berteka xwe nîşan dan û wiha gotin: “Dibêjin qey wê bi qedexe û astengiyan me bêdeng bikin. Lê em ê li vir bin û ji wan êrişan re bibin bersiv.” BI DÎMEN 
 
*Xwendekarên wargeha penaberan a Mexmurê di derbarê Cejna Newrozê de nêrîna xwe anîn ziman û gotin: ‘’Em ê di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ de Newrozê bi rihê Rahşan û Zekyeyan pêşwazî bikin.’’ DÎMEN HEYE
 
*Li Cizîrê ji bo pîrozbahiya Newrozê amadekariyên ku tên kirin bi hemû hêza xwe berdewam dikin. Jinên Cizîrê, bang hemû gelê Botanê kirin ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin û gotin ku ew ê bi rihê 92'an li qada Newrozê bin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku hepsa malê nas nakin diyar kirin ku ev polîtîkayeke serîtewandinê ye û got: “Me got ev xeleka dawî ya zincîra koledariyê ye. Me xwest em bişkînin. Me îro ev kelepçe avêtin sibehê em ê bi şoreşa jinê re hemû serdestiya mêr têk bibin.” Jinan banga xwedîderketinê li hemû jinan kir. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bang li hemû kesî kir ku bi agirê Newrozê li berxwe bidin û wiha got: “Pêngava yekem a azadiyê Newroz e. Em îsal bi rihê Newroza 2013’an li qadan bin. Em bi agirê Newrozê re ji bo azadiyê li qadan bin. Ji ber yekane rêbaz qezenckirine azadiya me ye.” DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir ku ew ê bi gelek daxwazan Newroza 21'ê Adarê pêşwazî bikin û wiha got:"Em ê li qada Newrozê biqêrin û bibêjin em tecrîdê qebûl nakin û em ê ji bo jiyaneke azad û siberojeke ronî biqêrin."DÎMEN HEYE
 
*Jinên hewildana ji bo girtina HDP'ê nirxandin dan zanîn ku ev neheqiyeke mezin e û wiha gotin:"Berê bend derxistin pêş. Me bend derbas kir lê belê vê carê jî dikevin nava hewildana girtinê. Ev hovîtî û neheqî ye. Em naxwazin hinekî din bên vir û vir îdare bikin."
DÎMEN HEYE
 
*Wê li Nisêbîn û navçeyan xebatên Newrozê werin meşandin. (13.00)
 
** Li Silopî û Hezexê xebatên Newrozê ku berdewam dikin dê bên şopandin.