Îzmîr û Tekîrdag ji bo Newrozê amade ne

  • 13:41 18 Adar 2021
  • Rojane
ÎZMÎR/TEKÎRDAG - Îzmîr û Tekîrdag ji bo pîrozbahiyên Newrozê amade ne. Li Îzmîrê li qada Gundogduyê, li Tekîrdagê jî li navçeya Ergenê di 20'ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin. 
 
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya qada Gundogdu ya Îzmîrê destûr hat dayîn. Her wiha rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajêr û navçeyên Tekîrdagê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya wê di 20’ê adarê de li navçeya Ergeneyê pêk were banga tevlibûnê kirin.
 
Li Qada Gundogduyê pîrozbahî 
 
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Îzmirê ji bo di 20'ê Adarê de li Qada Gundogdu Newrozê pîroz bikin serî li Walîtiya Îzmirê dabûn.  Piştî komîtiya  amadekar serî li Walîtiyê dan, Walîtiyê destûr da. Piştî destûr hat dayin gelê Îzmirê dê li Qada Gundogdu Newrozê pîroz bikin. Kesên derbasî qada Newrozê bibin dê koda HES'ê ji wan bixwazin. Bernameya pîrozbahiya Newrozê dê saet di 13.00’an de dest pê bike. Pîrozbahiya Newrozê dê bi axaftina Hevserokê HDP'ê Besriye Tekgur û Kadir Baydur dest pê bike. Piştre dê Hevberdevkê HDK'ê Sabri Gul, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û parlamenterên HDP'ê axaftinê bikin. Bername dê saet di 18.00’an de bi dawî bibe. Hunermend Ayfer Duzdaş, Paksisler û Arhat dê derkevin ser dikê û konserê bidin. 
 
Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
 
Newroza li navçeya Ergene ya Tekîrdagê dê 20’ê adarê di navbera saet 10.00 û 15.00’an de bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" were pîrozkirin. Rêxistinên HDP’ê yên bajêr û navçeyên Tekîrdagê  têkildarî pîrozkirina Newrozê li avahiya xwe ya bajêr daxuyanî dan û her kesî vexwendin pîrozbahiya Newrozê.