‘Divê demildest hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk bê’

  • 10:37 18 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Endama Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê Bêrîvan Kaya bal kişand ser îdiayên ku derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatin parvekirin û got: "Pewiste demildest hevdîtin bi Rêber Apo re were kirin. Heta agahiyekê ji rêberê xwe negirin em ê her li qadan bin.”
 
Li ser hesabên medya civakî derbarê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de parvekirin hatibûn kirin. Buroya Hiqûqê ya Asrînê jî têkildarê van parvekirinan daxuyanî da û bang li rayedaran kiribû ku bilez hevdîtinek pêk were. Endama Komîteya Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Bêrîvan Kaya derbarê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivî. 
 
Bêrîvan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em di serî de vê tecrîda li ser Rêbertiya xwe şermezar dikin. Tê zanîn pêvajoyên ku em tê re derbas dibin pêvajoyeke berxwedanê ye. Me 8’ê Adarê derbas kir. Bi welat û derveyî welat bi îradeyekê pir xurt jin daketin qadan. Çend roj şûnde jî Newroz e. Di demeke wiha de ku her diçe tecrîda li ser rêbertiyê giran dibe û em ji jiyana rêbertiya xwe bi fikar in. Em dixwezin demildest xeberekê ji rêbertiya xwe bistînin. Êdî dem ne dema ku em li bendê bisekînin ka wê çi bibe, divê em zêdetir bikevin nava hewldanan û têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo wê pêwîste Gelê Kurd bi tevahî destê hev bigire û ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşîn. Li ser vê esasê divê êdî ji gotinê zêdetir bi pratîkî têkoşîna xwe mezintir bikin. Ango ji agahiyekê girtin zêdetir pêwîste em rêbertiya xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin. Di nava pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de û bi ruhê Newrozê jî pêwîste em dengê xwe bilind bikin.” 
 
‘Dijmin dixwaze hêviya me bişkîne’
 
Bêrîvanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha pêde çû: “Êdî tenê agahî ji rêbertî girtin weke Gelê Kurd me têr nakê. Ji bo wê jî her tim dijmin xwestiye me bi rojevên cur bi cur mijûl bike û bide xapandin û bê deng kirin. Wek tê zanîn heta îro têkoşîna me bi pêşengiya jin û ciwanan gihaştiye lutkeya herî jor. Em ji gelek aliyan ve bangawaziyan dikin, em bang li Neteweyên Yekbuyî dikin, lê bangawaziya ne tenê ri gotinê de dimîne, em dixwazin gavek were avêtin. Bi taybet jî ji hêla CPT’ê ve, em li benda pêngavekî pratîkî ne. Niha derheqê Rêber Apo de agahiyek heye lê em nizanin rastiya vê agahiyê çiyê. Divê CPT’ê demildest xwe bigîhîne rêbertiya me û derheqê rêbertiya me de agahî bigrin. Her wiha divê parêzer jî bi rêbertî re hevdîtînê pêk bîne. Pêvajoya em tê re derbas dibin, hemû milan de êrişî Gelê Kurd dikin. Li hemberî çand û zimanê me qirqirinên dijwar heye. Di heman demê de dijmin dixwaze hêviya me bişkîne. Êdî ji dijmin zêdetir divê em bixwe xwe hêvî bin û  ji azadiya serokatî em bi hêvî bin. Bi rojane hevalên me yên girtî çalakiya greva birçûbûnê didomînin û dixwazin agahî ji tenduristiya rêbertiyê bigirin."
 
‘Dixwazin me ji fikrên Rêber Apo qut bikin’
 
Bêrîvan da zanîn ku niha pêvajoyek li ber me ye û wiha got: "Pêvajoya ku 'Dema dema azadiya Rêber Apo ye' em dibêjin ev gotin gihaştiye lutkeya xwe ya herî dawî ku em bikaribin ligel rêberê xwe azad bijîn. Em îro nekin, wê sibê dereng be. Ji bo sibe nebe dereng, li her derê ku kurd lê dijîn bi taybetî jî dilsozên kurdan, rêxistinên mafên mirovan pêwîste dengê xwe bigîhînin dengê kurdan ku em bikaribin rêberê xwe azad bikin. Ev siyaseta qirêj ku bi sala ne dixwazin komploya xwe bi encam bikin û bi serneketin, tenê aliyê fizîkî de rêberê me ji me qut kirin. Lê aliyê fikrî de tucarî nekarîn rêbertî ji me qut bikin. Niha aliyê fikrî de jî dixwazin qutbûnê pêk bînin. Pêwîste ji wargeha Şehîd Rustem Cûdî bigre heta bakurê Kurdistanê, ji rojava heta rojhilata Kurdistanê divê em rabin ser piyan. Taybet banga me ji bo rojhilatê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê ye ku bikarin dengê xwe bikin yek, li pêşiya me Newroz jî heye, divê têkoşîna xwe xurt bikin. Bê ku ji dijmin bitirsin, îradeya xwe xurttir li qadan diyar bikin. Bi çalakiyên cur bi cur dengê xwe bigîhînin Rêber Apo, bigîhînin Îmraliyê. Divê ji faşîzmê netirsin, serê xwe li hember faşîzmê rakin."
 
‘Em ji rewşa rêberê xwe bi fikar in' 
 
Bêrîvan destnîşan kir ku dijmin wê nikaribe bi van polîtîkayên qirêj Gelê Kurd têk bibe û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di pêvajoyek wisa de dijmin bi agahiyek wisa dixwaze me bê hêvî bike û bê baweriyê pêş bixe. Diyare polîtîkayên qirêj hîna jî berdewam dike. Dê van polîtîkayên xwe xurt û dijwarttir bike. Hem li ser Gelê Kurd, hem jî li ser rêbertiya me dixwazin komploya 15’ê Sibatê berdewam bikin. Taybetî di pêvajoyên herî zehmet de Gelê Kurd vîna xwe diyar kiriye. Divê bê zanîn ku her tim fikar û gumanên me li ser tendûristiya rêberê me heye. Ji ber wê jî di hemû milan de wê êrîşên hîn qirêjtir jî pêkbînin. Dijminek wisa hovane ye ku çi êrîşan pêk bîne jî, ji bo xwe rewa dibîne. Pîvanek wan ya rêveberina siyaset û civakê nîne. Dijmin dixwaze di asta navnetewî de rola Gelê Kurd lewaz bike."
 
‘Em ê bi têkoşîna xwe rêberê xwe azad bikin’
 
Bêrîvan, daxuyand ku dema mijar dibe paradîgmaya Abdullah Ocalan û Gelê Kurd, dewleta tirk, Amerîka, Sûriye û Îran dibin yek û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em hemû milan de têkevin tevgerê ji bo em xwe bigihînin rêberê xwe. Tu hêviya me ji dijmin nîne, em ê bi tekoşîna xwe rêberê xwe azad bikin. Konseya Awropayê di pêvojoyek wisa de bê denge, ev ji bo me cihê fikarê ye. Ev bêdengî şirîkatiya faşîzma dewleta tirk e."