Çalakiya greva birçîbûnê koma 46’emîn dewir girt

  • 09:16 18 Adar 2021
  • Rojane
MEXMUR - Li wargeha Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatî destpêkirin, koma 46’emîn dewir girt.
 
Girtiyên zîndanên Tirkiyê û herêmê di 27’ê Mijdara 2020’î de bi armanca şermezarkirina zextên li ser girtiyan tên kirin û rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Li wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî di 18’ê Kanunê de çalakiya greva birçîbûnê bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatibû destpêkirin. Çalakî îro ji aliyê koma 46’emîn ve dewer hat girtin.
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin. Li ser navê komê Fadîle Tok axivî. Fadîle di serî de dagirkirina Efrînê şemezar kir û di şexsê hemû şehîdên Efînê de tevahî şehîdên meha Adarê bi bîr anî.
 
'Cîhanê berxwedana Gelê Kurd nedît' 
 
Fadîle di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "3 sal di ser dagirkerina Efrînê re derbaz dibin, bêbextî û komployên ku di demên kevin de li ser Gelê Kurd dihatin meşandin bi dawî nebûne. Li tevahiya Rojavayê Kurdistanê ji bo xaka welat li hemberî çeteyên DAIŞ û Erdogan biparêzin 12 hezar şehîd hatin dayîn. Cîhanê ev rastiya berxwedana Gelê Kurd nedît û bajarên kurdan yên ku bi xwîna ewladên wan hatibun rizgar kirin ji dagirkirina wan re çavê xwe girt. Tişta ku Gelê Kurd kirî ji fedekarî û mirovatî ye. Ji ber wê jî îro ev gel êş û azarê dikişîne. Li rexmê berxwedana li herêmê hatî kirin şiniyên herêmê  hatin koçberkirin. Wijdana cîhanê li hemberî dagirkerî û qetlîama li ser Efrînê bêdeng ma." 
 
'Hûn nikarin roja me tarî bikin'
 
Fadîle Tok li ser îdiayên di derbarê tendirûstiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî wiha nêrîna xwe anî ziman: ‘’Dixwazin sebra Gelê Kurd bipîvin. Rêber Apo vîna Gelê Kurd e. Rêberê me 22 sale di nava tecrîdeke girankirî de ye. Serokatiya me di encama komployeke bêbext de şandin Îmraliyê, dewleta tirk tenê weke gardiyanekî ye. Em hêzên dagirker û komploger ku dixwazin vîna Gelê Kurd tûne bikin, şiyar dikîn û dibêjin; hun nikarin îradeya 60 milyon mirov tune bikin. Sebra Gelê Kurd bi van tiştan ne pivîn, Gelê Kurd nayê listûkên we. Êdî hêza Gelê Kurd heye ku xwe bi xwe xwe rêve bibe û bibe xwedî rêveberiyek xweser. Wê tu carî ev gel rêveberiyek bêy Serokatiya xwe ne pejirîne.’’
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Kesek Nikare roja me tarî bike" û "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bu.