Raziye Ozturk: Heta hevdîtin pêk neyên wê fikar bi dawî nebin

  • 09:08 18 Adar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk da zanîn ku heta hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk neyê fikarên wan bi dawî nabin û wiha got: “Ji bo me ya esas azadiya Birêz Ocalan e. Ji bo tecrîd rabe hewldan û serlêdanên me wê bidomin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an li Îmraliyê girtiye, der barê tenduristî û ewlehiya wî de îdiayên li ser çapemeniya civakî derketin holê fikar zêde dibin. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê her çiqas îdiayan biderewîne jî, malbat û parêzerên wî diyar kirin ku daxuyanî têr nake fikarên wan hîna hene.
 
Piştî Tîrmeha 2016’an şûnde ji bo hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re 4 caran her carê 6 meh qedexe anîn.
 
Piştî 8 salan şûnde hevdîtin
 
Piştî 27’ê Tîrmeha 2011’an şûnde hevdîtin bi hincetên cuda hatin qedexekirin û piştî 8 salan şûnde piştî greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dabû destpêkirin û li hemû girtîgehan belav bûbû şûnde di 2’yê Gulana 2019’an de pêk hat. Di 16’ê Gulana 2019’an de wezîrê dadê Abdulhamît Gul daxuyaniya ‘ qedexeya hevdîtinan hat rakirin û derfeta hevdîtinê hat’ şûnde parêzer di 22’yê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an çûn îmraliyê. Piştî demekê jî serlêdan nehatin bersivandin.
 
Di 27’ê Sibata 2020’an de hat gotin ku şewat derketiye. Li ser bertekan di 3’yê Adara 2020’an de Mehmet Ocalan bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî. Piştî vê dîsa destûr ji bo hevdîtinên malbatê nehat dayîn û di 30’yê îlona 2020’an de dîsa hevdîtin hatin qedexekirin.
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê der barê girtîgeha Îmraliyê de rapor amade kir û şand ji CPT'yê re. Di raporê de ji ber vîrusê bal kişandin ser rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş.
 
21 sal şûnde hevdîtina telefonê
 
Di 27’ê Nîsana 2020’an de cara yekem Abdullah Ocalan bi malbatê re hevdîtina telefonê pêk anî. Piştî vê 11 meh derbas bû û bi tu awayî agahî ji Îmraliyê nehat girtin. Li ser îdiayên derketin holê fikar zêde bûn û Buroya Hiqûqê ya Asrinê heta niha 3 caran serlêdan kir lê hîna bersivek nehatiye dayîn.
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk der barê geşedanan de nirxandin kir.
 
Raziyeyê da zanîn ku daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê fikaran ji holê ranaake û got divê ewil mafên heyî li Îmraliyê pêk bên û got: “Divê Abdullah Ocalan û girtiyên din ligel hevdîtinên telefonê divê hevdîtinên bi malbat û parêzeran jî pêk bînin. Ancax wisa dikare fikar ji holê rabin.”
 
‘Heta hevdîtin pêk neyên fikar wê bidomin’
 
Raziyeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku îdiayên di çapemeniya civakî de derketine ji ber rewşa tecrîdê pêk tên û ev tişt anî ziman: “Ger li Îmraliyê maf bihatana bikaranîn wê fikar jî tunebûna. Birêz Ocalan bi komployekê biribûn giravê. Berê jî pêkanînên nebaş û rewşa jehrîkirinê derketibûn holê. Ji ber vê jî heta hevdîtinek pêk neyê wê fikar bidomin.”
 
‘Rê li ber bertekên cidî vekir’
 
Raziye wiha berdewam kir: “Ji ber agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin rê li ber bertekên cidî yên gel vebûn. Li Ewropa û Tirkiyeyê daxuyanî derbarê rewşê de tên dayîn. Ji bo NY û CTP rapor tên şandin. Ji her derê bertek hene. Di vê nokteyê de divê hikûmet tecrîdê rake. Ji bo vê grev li girtîgehan didomin. Di vir de Rêberek mijara gotinê ye. Abdullah Ocalan Rêberê gelê kurd e. Ji ber vê jî rê li ber bertekê cidî vedike.”
 
‘CPT û DMME çavên xwe digirin’
 
Raziyeyê balkişand ser helwesta CPT û DMME’ê û got: “Tecrîda li Îmraliyê nayê dîtin. CPT û DMME çav û guhên xwe girtine. Di apora dawî ya CPT'yê de tê gotin ku divê hevdîtin bên kirin. CPT herî dawî di Gulana 2019’an de çû Îmraliyê. Wê demê 5 caran hevdîtina parêzeran û hevdîtina malbatan pêk hat. Lê piştî 3’yê Adarê hevdîtin nehatin kirin. Di 27’ê Nîsanê de yekem hevdîtina telefonê pêk hat. Piştî vê dîsa maf nehat bikaranîn. Dema mirov li rapora CTP'yê dinêrin, mirov dibînin ku Tirkiye rapora CPT'yê li ber çavan nagire. Bihêlin raporê, tecrîdê her diçe girantir dike.”
 
‘Li Îmraliyê tu car maf û hiqûq pêk nehat’
 
Raziyeyê her wiha got tu car maf û hiqûq li Îmraliyê pêk nehatiye û ev tişt anî ziman: “Rewşa li Îmraliyê pergaleke awarte ye û ev rewş bûye wek teşeyê rêvebirinê. Herî dawî di meha îlonê de li ser hev ji bo Ocalan qedexeya ragihandinê anîn. Em nameyan dişînin Îmraliyê lê em nizanin ka diçe an na. Em der barê rewşa tenduristiya wî de ne xwedî agahî ne.”
 
‘Hîna ku grev neketine rewşek bi xeter divê tecrîd bê rakirin’
 
Raziyeyê balkişand ser grevê birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ku niha li girtîgehan didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hîna ku grev neketine rewşeke bi xeter divê demildest tecrîd bê rakirin. Bendewariya me ev e ku hîna bertek bi awayekî cidî zêde nebûne hevdîtin pêk bên û tecrîd bi giştî rabe. Abdullah Ocalan di pozîsyonek girîng de ye. Abdullah Ocalan dikare aştiyê bîne. Mifteya aştiyê ye. Girankirina tecrîdê jî israra di polîtîkaya şer de ye.”
 
Raziyeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di mijara rakirina tecrîdê de bi israr in û her wiha daxuyakirin ku ji bo wan a esas azadiya Ocalan e û got wê serlêdan û hewldanên wan bidomin.