Li Tekîrdagê ji bo Newrozê destûr hat dayîn

  • 15:44 16 Adar 2021
  • Rojane
 
 
TEKÎRDAG - Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya wê di 20’ê adarê de li navçeya Ergene ya Tekîrdagê were pîrozkirin destûr hat dayîn. 
 
Komîteya Amadekar a Nerwoza Tekîrdagê bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” di 20’ê adarê de saet di navbera 10.00 û 15.00’an de wê li navçeya Ergene ya Tekîrdagê pîrozbahiya Newrozê li dar bixe. Komîteya Amadekar ji bo pîrozbahiyê serî li Qeymeqamiya Ergene da. Qeymeqamiyê serlêdanê nirxand û destûra pîrozbahiya Newrozê da.