Mîtînga Wanê bi tilîlî û govendê dest pê kir

  • 12:18 8 Adar 2021
  • Rojane
 
WAN - Mîtînga Wanê ya TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” bi tilîlî, dirûşm û govendê dest pê kir. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” li Parka Mûsa Anter a Wanê mîtîngek li dar dixe. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, parlamentera Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Coşkun û bi sedan jin li qadê cihê xwe gitin. 
 
Qada mîtîngê bi neboxên spî û mor hatin xemilandin. Jin bi cilên xwe yên kurdewarî bi sê aliyan ve ber bi qadê ve tên. Jinên ku li qadê cih xwe girtin jî bi dirûşm, tilîlî û govendê dest bi pîrozbahiyê kirin.