Rejîma Îranê nehişt 8’ê Adarê bê pîrozkirin

  • 11:37 8 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê rê nadin ku jinên li Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê pîroz bikin. Hêzên rejîmê ji bo astengkirina pîrozbahiyên 8’ê Adarê, li nav bajarên Rojhilatê Kurdistanê hêz belavkiriye.
 
Îro 8’ê Adarê roja Jinan a Cîhanê ye, bi vê boneyê li seranserê cîhanê jin li qadan û 8’ê Adarê pîroz dikin. Ligorî nûçeya Rojnewsê, rejîma Îranê ku 8’ê Adarê weke roja jinan nabîne û nasnake, ji bo ku pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Rojhilatê Kurdistanê asteng bike, hêz li bajarên Rojhilat belav kir.
 
Li gorî dîmenên gihiştine ber destê Rojnewsê, jinên Rojhilatê Kurdistanê duh xwestin li Sine û Merîwan, 8’ê Adarê bi coş pîroz bikin. Lê hêzên rejîma Îranê, ji bo astengkirina pîrozbahiyan, hêz li nav bajarên Rojhilatê Kurdistanê belavkirin. Rejîm rê nade jin 8’ê Adarê pîroz bikin.
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine standin, tevî hemû astengiyan, jinan li gelek herêman 8’ê Adarê pîroz kirin.