'Bijî piştevaniya jinê'

  • 10:57 8 Adar 2021
  • Rojane
ENQERE - Rêxistinên pîşe û kedê yên 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin gotin:"Gotina em bikin û hêza em dikarin biguherin heye! Bijî piştevaniya jinê."
 
Komîsyona Jinê ya Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Meclîsa Jinê ya Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Koma Xebatê ya Jinê ya Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran  (TMMOB) û Şaxa Tendirustiyê ya Jinê û Hekîmtiya Jinê ya Yekîtiya Tebîban (TTB) bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar parve kir. 
 
'Her roj herî kêm 4 jin tên qetilkirin'
 
Di daxuyaniya ku bal kişand têkoşîna li dijî ser mêtingerî, cihêkarî û li dijî binpêkirina mafên jinê ya bûye sembol hat gotin di vê roja îro koletî li ser jinê tê ferzkirin têkoşîna hebûna jinê gelekî girîng e. Her wiha di daxuyaniya ku hat dayin de hat gotin jin bi newekheviya zayendê û di qada xebatê de bi cihêkariyê rû bi rû tên hiştin û hat ragihandin tundiya li ser jinê li her qadê belav dibe, herî kêm rojê çar jin tên qetilkirin, polîtîkayên bêcezahiştinê li tevahiya cîhanê bû sedema bobelata mafên mirovan. 
 
Di daxuyaniyê de daxwaza wiha hatin rêzkirin:
 
"*Divê zagonên li dijî newekhevî û êrişên li ser jin û  LGBTÎ+'yan bên amadekirin û dawî li nîqaşên li ser Peymana Stenbolê bên anîn û zagona hejmara 6284'î têkeve meriyetê.  
 
*Divê newekheviya li dijî jinê ya di qada xebatê bi dawî bibe.
 
*Li mekanîzmayên biryar û nûnertiyê divê temsîliyeta wekhev hebe. 
 
*Divê pêkanînên fîîlî yên mafê kurtajê asteng dike bi dawî bibe û divê derfetên bi ewle û bê pere yên kurtajê bên afirandin. 
 
*Divê ji bo rojên regilê yên jinê herî kêm du roj destûra bi pere hebe. 
 
*Astengiyên li pêşberî îstihdama jinê yên mîna zarok, nexweş, yexityarî, lênêrîna astengiyê wekî xizmeteke cemawerî bê pêşkêşkirin û divê polîtîkayên civakî yên karê malê tenê dixe stûyê jinê bi dawî bibin. 
 
*Divê kreşên bê pere û yên bi zimanê dayikê xizmetê didin bên vekirin. 
 
*Divê peymana ÎLO'yê ya hejmara 190'î pêk were. 
 
*Divê sîstema perwerdeya 4+4+4 a jinê ji îstihdam, perwerdeyê dûr dixe û dibe sedem zewacên di temenê biçûk de zêde dibe betal bibe. 
 
*Divê 8'ê Adarê ji bo jinan bibe roja destûra bi pere."