'Em ê bi rihê 8’ê Adarê têkoşînê dewam bikin'

  • 10:02 8 Adar 2021
  • Rojane
Medya Uren  
 
MÊRDÎN - Berdevka TJA'yê ya Mêrdînê Eylem Amak têkildarî 8’ê Adarê diyar kir ku ligel astengiya polîsan dîsa jin bi wêrektî li qadan bûn û got: "Me xwe gihand gelek jinan û ew jin jî ji me re bûn jêderka hêzê. Em ê bi rihê 8’ê Adarê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşma “Em li dijî Qirkirina Jinan Jiyanê, Li Dijî Tecrîdê Azadiyê Diparêzin” xebat dabûn destpêkirin. Xebatên wan ên ku 8 rojan berdewam kirin bi serdana tax, navçe, esnaf, belavkirina qurnefîl, serdana Dayikên Aştiyê û bi şahiyan dewam kirin. Jin herî dawî wê 8’ê Adarê bi şahiya mezin pêşwazî bikin.
 
Têkildarî xebatên hatine meşandin berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Eylem  Amak ji ajansa me re axivî û çend jinên ku serdana wan hatiye kirin jî bersiva pirsên me dan.
 
‘Me xwe gihand hemû jinan’
 
Eylemê di destpêka axaftina xwe de çalakiyên ku di 8 rojan de kirine wiha rêz kir: “Di çarçoveya roja jinên kedkar ên cîhanê de me jî di 1’ê Adarê de starta xebatên xwe da. Di 8 rojan de bi bernameyek têr û tije me derbas kir.  Li hemû navçeyên Mêrdînê, li gundan û li taxan me xwe gihand jinan. Me şahî li dar xistin. Bê guman me dayikên xwe yên bi nirx, dayikên xwe yên aştiyê jî ji bîr nekir. Me ji bo jinan qurnefîl kirin diyarî. Gelek çalakiyên me li dijî tecrîdê jî hatin meşandin. Bê guman weke her carê çalakiyên me hatin astengkirin. Li gelek deveran gef û zext li me hatin kirin. Bi taybet di roja yekem a startê de polîsan destûr nedan em di Perqa Azadiyê de daxuyaniyê bidin. Di her çalakiyê de em hatin şopandin. Herî dawî li Qoserê çalakiya me ya zincîra xemrî hate astengkirin û polîsan dest danî ser wêneyên jinan.”
 
‘Em ê jin tim li vir bin’
 
Eylemê bal kişand ser gefên polîsan û wiha berdewam kir: “Mînakek ber bi çav ez ê bidim, li Qoserê ji bo çalakiyên werin lidarxistin ne tenê perqek, hemû perq hatin girtin. Tirs û xofa wan a li hemberî jinê ev qas zêde ye. Hişmendiyek wisa ye ku çalakiyên li her deverê cîhanê tên kirin, li vir tên astengkirin. Lê em bi rihê 8’ê Adarê çalakiyên xwe geş dikin. Em bi gefan, zextan û cezayan gavek jî paş de navêjin. Em ê jin tim li vir bin û têkoşîna xwe bidin dewamkirin.”
 
‘Em ê berxwedana xwe mezin bikin’
 
Eylemê herî dawî bal kişand ser encamên ku ji van çalakiyan girtine û wiha got: “Me li her deverê destên xwe dirêjî jinan kir. Di pêvajoya ku hişmendia serdest a mêr û îqtidarê êrişên polîtîkayên taybet li ser jinan zêde kirine de me wan bi tenê nehişt. Ev çalakiyên me ji wan re bûn moral û bû sedema hêzê. Bi heman rengî ji me re jî û ji bo xebatên me yên di demên pêş de werin kirin re bûn jêderka hêzê. Ji ber ku bi rastî di şahiyên me li dar xistine de jin bi me re civiyan û kêfxweşiya xwe, coşa xwe diyar kirin. Em ê bi vê hêzê re berxwedana xwe mezin bikin.”
 
‘Bijî têkoşîna jinan’
 
Gulsun Kaya a ku em di serdanên gundan de pê re axiviye jî têkildarî xebatên ku hatine meşandin de wiha dibêje: “Bi hatina vê rojê re em pir şa dibin. Lê mixabin em li gundan dijîn, gelek derfetên me ên tevlîbûna van rojan çênabe. TJA’yîyan hatin gund û şahî li dar xistin. Em 8’ê Adara hemû jinên kedkar pîroz dikin. Bijî têkoşîna jinan.”
 
'Xebat ji me re dibe jêderka hêzê'
 
Hemşê Yilmaza ku di serdanên TJA’yîyan de em pêre axiviye jî wiha dibêje: “Em hêvîdar in ku ev roj dê bibe wesîleya azadiya hemû jinên cîhanê. Ji ber ku bi azadiya jinan re wê cîhan jî aram bibe. Bi taybet jî di pêvajoyek wisa de ku tundî û îstismar zêde bûye pîrozkirina vê rojê û û xebatên di vê çarçoveyê de yên ku li taxan tên kirin pir pîroz in. Ev ji me hemûyan re jî dibe jêderka hêzê.”
 
Songul Dogan jî herî dawî bi van gotinan re xebatên TJA’yê pîroz kir: “Hatina gundan û taxan me pir kêfxweş kir. Em 8’ê Adara hemû jinên berxwedêr û têkoşer pîroz dikin.”