'Herî dawî em di 1979'an de bê laçik tevli 8'ê Adarê bûn'

  • 09:40 7 Adar 2021
  • Rojane
 
Gozde Çagri Ozkose- Habîbe Eren
 
ENQERE - Berdevka ICAVI Rouhî Shafîî diyar kir ku li Îranê herî dawî di 1979’an de  bê laçik tevlî 8’ê Adarê bûne û got: “Çima me îraniyan şaşiyek wisa mezin û dîrokî kir û rejimeke îslamî anî îranê? Gelo çima Tirkiyeyê destur da ku desthilatdariyeke ku welat ji rê derxistiye bê ser kar û evqas dirêj bimîne.”
 
Ji 28’ê Adara 2017’an heta niha li Îramê pêla grev û protestoyan a li dijî komara îslamî didome. Jin, mêr û karker di van protestoyan de cih digirin. Mamoste, xwendekar, karker, kesên teqawît û girtiyên siyasî pêşengiya van grev û protestoyan dikin.
 
Protestoya jinên Îranê ne nû ye. paşeroja wê heye. Di 8’ê Adara 1979’an de bi sedhezaran jin ji bo laçika ku Ayetullah Humeynî anî protesto bikin li kolanan bûn. Yek ji van jinan jî Rouhî Shafîî bû.
 
Rouhî der barê çalakiya dawî ya bê laçik de û têkoşîna jinên Îranê de nirxandin kir.
 
Rouhî destnîşan kir ku wê demê jin di mijara Îranek nû de bi hevî bûn û got: “Lê mixabin planên Ayetullah Humeynî yên ji bo welat û jinan cuda hebûn.Di wazên ewil de ji jinan re digotin cil û bergên girtî li xwe bikin û tazî dernekevin derve. Em jin ketin fikarê lê dîsa jî me bawer nekir ku evqas pêşde biçe. Hefteyek şûnde got divê jin li welat girêdayê nirxên îslamî bin. Di 8’ê Adara 1978'an de em li zanîngeha Tahranê hatin gel hev. Hejmara me gihişt hezaran. Me biryar da em bimeşin. Ne tiştekî plankirî bû. Ez û çend jinan li pêş bûn. Me di bin berfê de meşa xwe pêk anî. Fikra kesî tunebû ku ber bi ku ve bimeşin. Em ê ber bi Navenda Giştî ya Ayetullah Taleghanî ve biçûna an jî Ofîsa serokwezîrêtiyê. Me biryar da û em ber bi ofîsa serokwezîr Bazargan ve çûn.
 
Em nêzî 20 hezar jinî bûn. Me dirûşme berz dikirin. Heta ber ofîsê çar saetên me derbas bûn. Em li qada ber ofîsê sekinin. Kolan tije jin bûn. Segvan bi cih bibûn. Xema me nebû. Yekî got heyetek jinan ya ji 6 kesî pêk tê bişînin. Yek ji kesên çûn hundir hevala min bû. Em li derve man. Berf dibarî. Em demek dirêj li bendê man. Qad kolan vala bûn. Jin westiya bûn. Herî dawî me biryar da û em veqetiyan. Rayedar li wir tunebûn.”
 
‘Rastî bertekên xurt bihatana şûnde vedikişiyan’
 
Rouhî di berdewamiyê de daxuyakirin ku ferzkirina laçikê wisa hema nehatiye û demek dirêj Humeynî û hikûmeta wî berteka gel pîvane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çawa rastî bertekên xurt bihatana şûnde gav davêtin. Humeynî her tim digot divê jin tazî dernekevin kolan^.e Biryarnameya ewil ji bo jinên xebatkar hat derxistin. Jinan red kir. Hinek teqawît bûn hinek îxrac bûn. Di 1982’an de ferzkirina laçikê ji meclîsê derbas bû.”
 
‘Min ji ber hinek sedeman Îran terk kir’
 
Rouhi wiha pê de çû: “Di 1985’an de min Îran terk kir. Ez li şîrketa riya hewayî de midûr bûm. Ez ji kar hatim avêtin. Li malê mam û min dest bi nivîsandinê kir. Di vê navberê de şer dijwar dibû. Zextên cidî hebûn. Kurê min 14 salî bû. Atmosfera welat tengezar bû. Gelek hevalên min hatibûn girtin û darvekirin. Ez çûm Ingîlîstanê. Min bi nivîsandin, di televîzyonan de bi bernameyan û gotûbêjanrewşa jinên Îranê, tiştên li wir diqewîmî vedigot. Di 2009’an de li Îranê tevgera kesk dest pê kir û ji bo em bibin dengê jinên Îranê em bi organîze xebitîn. Şîdet zêde bibû û me li Îranê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî Şîdetê (ICAVI) ava kir. Ji wê demê heta niha em hem li Igîlîstanê hem li Ewropayê konferansên navneteweyî pêk tînin.”
 
‘Têkoşîn didome’
 
Rouhî balkişand ser têkoşîna jinan a niha û wiha pê de çû: “Niha li welat tevgera jinê di bin sîwaneyekê de têdikoşe. Bi aktîvîstên jinan yên welatên din re dixebitin. Niha li dijî cînayetên namûsê kampayeyek tê meşandin. Derketina çapemeniya civakî ji bo jinan bû derfet ku dengê xwe bidin bihîstin. Niha ji ber gelek sedeman hevalên me di girtîgehan de ne.”
 
Rouhî diyar kir ku ew têkoşîna jinên li Tirkiyeyê jî dişopîne û anî ziman ku ew jinên li Tirkiyeyê gelek bi cesaret dibîne û got: “Ger em jin bi hev re têbikoşin em dikarin pêşî li her cureyê şîdet û newekheviyê bigirin. Em dikarin pêşî li cînayetên namûsê bigirin. Diyaloga di navbera jinên cîhanê de guheriye. Diyalog veguheriye diyaloga gerdunî. Jin ne tenê ne.”
 
Rouhî bi lêv kir ku mixabin li welatên Îslamî li dijî jinan pêkanînên tûn hene û ji ber jin li van welatan ne xwedî mafên wekhevin û ne welatiyên wek hevin û wiha berdewam kir: “Niha bi sedan jin li Îranê ji ber rejîmê qebûl nakin girtî ne. Çima me Îraniyan şaşiyek wisa mezin û dîrokî kir û rejimeke îslamî anî Îranê? Gelo çima Tirkiyeyê destur da ku desthilatdariyeke  welat ji rê derxistiye bê serî û evqas dirêj bimîne?”