Rêze çalakiyên 8’ê Adarê li Mexmurê didomin

  • 18:35 7 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMUR - Li wargeha Mexmurê bi pêşengiya Meclisa Îştar û TJCM’ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê  û ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê meşekE girseyî hat lidarxistin. Meş bi lêdana def û qêrîna dirûşman ji ber avahiya şaredariya wargehê hat destpêkirin û heta Parka Şehîd Aryen Cudî berdewam kir. 
 
Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bi pêşengiya Meclisa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmur (TJCM) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê meşeke girseyî hat li darxistin. Jinên ku tevlî meşê bûn bi cil û bergên xwe yên kurdî, bi lêdana def û qêrîna dirûşmeyan ji ber avahiya şaredariya wargehê dest bi meşê kirin û heta parqa Şehîd Aryen Cudî berdewam kirin. Beriya ku li ser wateya rojê axaftin were kirin ji bo cangoriyên azadiyê û kedê deqeyek rêz hat girtin.
 
Ji bo wateya rojê li ser navê gel Endana Kordînasyona  Meclisa Îştar Pakistan Bîlen axivî û wiha got: ‘’Di serî de em wek jinên wargeha Mexmûrê  8’ê Adarê dest pêkê li Rêber Apo, berxwedêrên çalakiya gireva birçibûnê, şervanên azadiyê û li hemû Gelê Kurd û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev roj wê bibe roja serkeftina azadiya Gelê Kurd û Kurdistanê. Îro rojek pir bi nirx û dîrokî ye. Dema em temaşeyê vê rojê dikin di tevahiya cîhanê de jinên kurd pêşengiya azadiya jinê kirine û niha jî dikin. Em wek jinên wargehê heta ku em  Rêbertiya  xwe bi awayek fîzikî azad bikin em ê vê berxwedan û têkoşîna xwe bi domînin. Heta dawiyê em ê li pey xeyalên şehîdên xwe biçin û pêk bînin. Bi taybet rojeke bi vî awayî em dikarin bi van dirûşmên 'Dem dema azadiyê ye',  'Eger jin azad nebe civak jî azad nabe', 'Eger civak azad nebe welat jî azad nabe' pênase dikin . Li ser vî esasî dubare em vê rojê bi taybetî li jinên kurd û li yên cîhanê  cîhanê pîroz dikîn û berxwedana Gare slav dikin. Em hemu şehîdên ku gihane şahadetê bi mînnetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wana ditewînin.”
 
Meş bi duruşmên Bijî  Serok Apo” ,”Bijî berxwedana zindanan”,”Bijî jina tekoşer”, “8’ê Adarê li Rêber pîroz be” ,”bê Serok jiyan nabe”,bi dawî bu.